Di dewreyan de şervanan perwerdeyên siyasî, fikrî û leşkerî bi çavdêriya kadroyên taybet yên QSDˊê wergirtin.
Navê şehîdên ku di şoreşê de şehîd bûne li dewreyan hatin kirin û dewre 4 meh û nîvan dom kirin.
Gelek nûnerên ji saziyên sivîl, leşkerî û xelkên bajêr tevlî şahiya derçûnê bûn.
Di merasîmê de fermandarê QSD'ê Riyad el-Xelef anî ziman ku fedakariya şehîdan dê wekî rêberekî bimîne û rêya şervanan ber bi azadî û rûmetê ve ronî bike.
El-Xelef piştrast kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk di pêşxistin û xurtkirina şiyanên xwe yên leşkerî û rewşenbîrî de bi israr e.