Li Bakurê Kurdistanê, li navçeya Bismil, Farqîn, Erxenî, Pasûr, Pîran, Gêl û Çêrmûg ên Amedê Newroz hate pîrozkirin.
Pîrozbahiyên Newrozê, bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û “Newroza Azadî û Demokrasiyê” Newroz hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiya Newrozê de, bi dehan kes beşdarî Newrozê bûn û daxwaza azadiya Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan hate kirin.
Li navçeya Farqînê jî li Qada Azîzoglû Newroz bi vêxistina agirê Newrozê bilind bû, gel li dora agir govend gerandin.
Li Bismilê, gelê Bimilê Newroz li Qada Newrozê ya li kêleka otogara navçeyê pîroz kir.
Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî herikîn qadê dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Polîsan bi pêkanînên keyfî, wêneyê Hevserokê Giştî yê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê Selahattîn Demîrtaş, ala Herêma Kurdistana Federe û zarokên di binê temenê 18 saliyê de negirtin qada Newrozê.
Zarokên ku temenê wan di navbera 10 û 17 salî negirtina xwe ya qadê li noxteya lêgerînê ya polîsan şermezar kirin.
Ji ber hejmara zarokan her ku çû zêde bû, polîs neçar man destûrê bidin zarokan.
Piştre bi hezaran kes li dora agirê Newrozê li gel çepik û tilîliyan govend gerandin.
Her wiha li navçeya Erxeniyê, Pîran, Gêl, Pasûr û Çermûg ên Amedê bi govend û tilîliyan agirê Newroza 2026 vêxistin.
Hêjayî gotinê ye ku piştî 10 salan li bajaroka Bulamê ya navçeya Çilîkan a Semsûrê agirê Newrozê hat pêxistin.
Li navçeya Weranşarê ya Rihayê bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li qada Newrozê pîrozbahî hate lidarxistin.
Li gundê Dêrîş ê navçeya Stewrê şahiya Newrozê hate lidarxistin.
Govenda azadî û yekîtiyê li dora agirê Newrozê gerandin.
Piştî 12 salan li navenda Erziromê Newroz hat pîrozkirin
Piştî 12 salan li navenda Erziromê Newroz hat pîrozkirin û di pîrozbahiya Newrozê de pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hat silavkirin.
https://ajansawelat.com/li-erzirome-pisti-12-salan-newroz-hat-pirozkirin-edi-dive-birez-ocalan-azad-bibe/
Li navçeya Erdîşê ya Wanê Newroza 2026'an bi tevlîbûna 10 hezaran kesî Newroz hat pîrozkirin.