Zanîngeha Rojava: Di mijarên akademîk de navendîbûn ne çareserî ye

Zanîngeha Rojava der barê pêvajoya entegrasyona bi Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê re fikarên xwe anîn ziman û ragihand ku girtina biryaran bi awayekî navendî nayê pejirandin. Rêveberiya zanîngehê destnîşan kir ku divê xweseriya akademîk, pirrengî û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bên parastin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Zanîngeha Rojava li ser nêzîkbûna sala nû ya xwendinê û nediyariya çarenûsa pêvajoya entegrasyonê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava şert û mercên giran ên şer û ambargoyê de, bi kedeke mezin azmûneke 10 salan a zanistî hatiye avakirin û nabe ku ev tecrube were paşguhxistin.

Rêveberiya zanîngehê bal kişand ser tengbûna demê û diyar kir ku derengmayîna di biryaran de ne di berjewendiya bi hezaran xwendekar û mamosteyan de ye. Hat tekezgirin ku ji aliyê pedagojîk û hiqûqî ve sepandina guhertinên ji nişkê ve û bi awayekî navendî ne rast e. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê, hat diyarkirin ku "pêvajoya entegrasyonê demeke dirêj û têrker dixwaze û divê bi nîqaş, diyalog û rêzgirtina li taybetmendiyên herêmê bimeşe."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye