Rêxistina Akivîstên Mafên Mirovan (HRANA), bi raporeke xwe eşkere kir ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nava 3 rojên dawî de 174 kes bêyî fermana dadwer, ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve hatine binçavkirin.
HRANA’yê, da zanîn ku welatiyên hatine binçavkirin bi îdiaya “belavkirina nûçeyên ne rast ên girêdayî cihên têne bombebarankirin” hatine binçavkirin û heya niha jî çarenûsa wan nayê zanîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêxistinên Mafê Mirovan ên Îranê ragihandibûn ku ji despêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de bi hezaran kes hatine binçavkirin.
Îranê dest danî ser mal û milkên bêhtirî 100 kesên navdar
Ji aliyekî din ve jî dozgeriya Îranê, ragihand ku wan biryara cemidandina hesabên banka û destdanîna ser mal û milkên bêhtirî 100 kesayetên navdar ên Îranî yên ku li derveyî welat dijîn.
Ajansa Nûçeyan a ku girêdayî dadweriya Îranê ye ragihand ku mal û milk û hesabên bankê yên hin Îraniyên ku li derveyî welêt dijîn dê werin cemidandin.
Li gorî agahiyan, di nav van kesan de hunermend, rojnamevan, rêveber û sporvan hene.
Hinceta biryarê "piştgiriya dijmin" e.
Îran: Welatiyên me yên ku piştgirîyê didin dijmin, me ew hişyar kirin
Rayedarên Îranî berê welatiyên li derveyî welêt li ser mijara hinceta biryara "piştgiriya dijmin" hişyar kiribûn.
Her çend nav nehatin eşkerekirin jî, hate gotin ku ev biryar bandorê li zêdetirî 100 kesên navdar dike. Ev biryar rastî nerazîbûnan hat.
Neteweyên Yekbûyî ev yek wekî tepeserkirina azadiya ramanê û binpêkirina mafên milkê bi nav kir.
Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî diyar kirin ku ev biryar malbatên li Îranê dixe xetereyê.
Çarenûsa malbata Babek Elîpûr a ku hat binçavkirin ne diyar e
Li alîyekî din Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî ragihand ku zêdetirî du meh in du jinên bi navê Um ElBenîn Dêhqan (63 salî) û Meryem Elîpûr (31 salî) ku ji aliyê Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ve hatine binçavkirin, çarenûsa wan ne diyar e û hîna di girtîgeha Qerçekê de di bin lêpirsînê de ne.
Hat destnîşankirin ku her du jinên girtî, dayik û xwişka Babek Elîpûr ê girtiyê siyasî yê ku hatî darvekirine.
Her wiha bavê wî yê bi navê Ruzbeh Elîpûr jî di girtîgeha Evînê de girtî ye.
Malperê da zanîn ku endamên malbata Babek Elîpûr ji mafê hevdîtina bi xizmên xwe re û dîtina parêzer hatine bêparkirin.
Heta beriya darvekirinê, mafê xatirxwestina dawî ji Babek Elîpûr jî nedan malbata wî.
Hêjayî gotinê ye ku dayika Babek Elîpûr, Um Elbenîn Dêhqan bi awayekî çalak beşdarî kampanyaya ‘Sêşemên Na ji Darvekirinê re’ dibû.
Ew tevî keça xwe Meryem Elîpûr di 26’ê Sibata 2025’an de, dema ku vedigeriyan mala xwe, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.