Li Tirkiyeyê, di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de yek ji mijarên herî girîng ên nîqaşan perwerdeya bi zimanê dayikê ye.
Girêdayî van nîqaşan Berdevkê Platforma Ziman ê Ewrupayê Lezgîn Botan li ser mafê perwerdeya bi zimanê dayikê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Lezgîn Botan bal kişand ser nimûneyên welatên pirzimanî û diyar kir ku li Tirkiyeyê jî gereke nêzîkatiyeke rast hebe û wiha axivî:
“Naskirina Kurdî di perwerde û qada giştî de, ne tenê mijareke ziman e; di heman demê de mijareke aştî, wekhevî û demokrasiyê ye.”
"Pirzimanî mafên kolektîf diparêze û yekîtiya civakî pêk tîne"
Lezgîn Botan di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:
“Cîhan mozaîkeke ku dewlemendiyên etnîk û çandî bi hev re dijîn. Welatên pirzimanî, vê cihêrengiyê hembêz dikin, hem mafên kesan hem jî yên kolektîf diparêzin û yekîtiya netewî û civakî xurt dikin."
Botan mînakên welatên pir zimanî tîne ziman wiha berdewam dike:
"Li Kanadayê, Îngilîzî û Fransî her du jî wek zimanên fermî bi hev re têne dayîn.
Li Swîsreyê jî Almanî, Fransî, Îtalî û Romanî senfoniyekê diafirînin; her kanton melodiya xwe dilîze û pêk tîne.
Li Belçîkayê; Flamanî, Fransî û Almanî hem zimanên fermî ne, hem jî di perwerdeyê de wekî zimanê dayikê bi serkeftî têne bikaranîn.
Hindistanê 22 ziman li eyaletan tê axaftin.
Botan: Ev model li Tirkiyê jî dikare pêk were
Her wekî din li Afrîkaya Başûr jî 11 zimanên fermî hene."
Lezgîn Botan vê rewşê wek dewlemendiya welatan bi nav dike û wiha didomîne:
"Li van welatan perwerdeya bi zimanê dayikê pireke yekgirtî ye û ev jî mozayîka civakî xurt dike. Pirzimanî ruhê demokrasiyê dide û zimanekî yekgirtî çandeke demokratîk diafirîne.
Di qada giştî de zimanê hevpar, li van welatan bi hunerekî hevsengiyê tê kirin.
Ma ev model ji bo Tirkiyeyê, bi taybetî di çarçoveya Kurdî de, dikare bê kirin? Bêguman dikare were kirin."
Dewleta Tirk jî li gorî Peymana Lozanê mafê perwerdeya bi Ermenî û Rûmî nas dike. Lê heya niha mafê Kurdan ya perwerdeya bi zimanê dayikê nedaye.