Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partîyê Pervîn Buldan di bernameya ‘Gundem” a Medya Haber de têkildarî hevdîtina dawiyê ya Îmraliyê û pêvajoyê nirxandin kirin.
Pervîn Buldan di nirxandinên xwe de da zanîn ku tê pilankirin hefteyên pêş ji Komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin şandeyek ji 5 kesan pêk tê here Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin bike.
Rêber Apo: Divê gavên girîng bi hev re werin avêtin
Endama Şandeyê Pervîn Buldan têkildarî hevdîtina dawiyê ya bi Rêber Apo re nirxandin kirin û got: "Birêz Ocalan got ku divê gavên girîng bi hev re werin avêtin. Hişyariya ku ger bi hev re gav neyên avêtin, wê komên li dijî pêvajoyê xurt bibin nirxandina ku yên dixwazin vê pêvajoyê têk bibin û asteng bikin û heta mekanîka darbeyê dikare bikeve dewrê.”
'Divê gavên hiqûqî û qanûnî werin avêtin'
Pervîn Buldan ji bo nirxandinên Rêber Apo yên girêdayî pêvajoyê wiha got: “Rêber Apo got em şêweyê xebata Komîsyonê rexne dikin. Divê gavên hiqûqî yên pêwîst werin avêtin û giraniya ji bo sererastkirinên qanûnî be.
Pervin Buldan da zanîn ku karê Komîsyonê yê guhdarkirinê hatiye ber bi dawiyê, wê Wezîrê Karên Derve û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî guhdar bike piştî vê yekê tê gotin ku qonaxa guhdarîkirinê dê bi dawî bibe.
Rêber Apo: Komîsyona ku li meclîsê hatiye avakirin gelekî girîng e
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan ragihand ku Rêber Apo jî li ser xebatê komîsyonê xwedî hêviyeke mezin e. Di hevdîtina me ya dawî de careke din nirxandinên xwe li ser komîsyonê, erkên wê û çûyîna wê ya Îmraliyê parve kirin.
Di berdewamiya nirxandinên xwe de Pervîn Buldan got: “Divê komîsyon bi lezgînî biçe Îmraliyê. Rêber Apo daxwaz dike ku rîtma pêvajoya aştî û çareseriyê were bilindkirin. Em jî hêvî dikin ku piştî 1-2 hefteyan, piştî ku guhdarîkirin bi dawî bibin, heyeta ji 5 kesên ji komîsyonê pêk tê biçe Îmraliyê.”