Ji bo serkeftina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, avêtina gavên qanûnî rojeva sereke ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.
Der barê mijarê de endama “Komîsyona Demokrasiyê, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî” Meral Daniş Beştaş axivî.
Meral Daniş Beştaş bal kişand li ser rapora komîsyonê û dest nîşan kir ku pêwîst e gavên zagonî hatibana avêtin û got:
"Di qonaxa ku em gihîştinê de, desthilat gaveke şênber neavêtiye.
Di mînakên cîhanê de jî, tê dîtin ku ji bo ku çek bên danîn, di destpêkê de desthilat gavên mafî diavêje.
Niha di destê Gerîlayê de çek tune ye, lê ji bo vegera Gerîlayê misogeriyeke qanûnî tune ye."
Meral Daniş Beştaş: Divê desthilat dawiyê li qeyûman bîne
Meral Daniş Beştaş diyar kir ku divê dawî li qeyûman bê anîn û wiha axivî:
"Niha astengiyek heye, ew jî nebûna vîneke siyasî ye.
Divê dawî li qeyûman bê anîn, û li gorî zagonên heyî were meşandin.
Heta di vê de jî pêşketinek tune ye.
Ji bo vê jî astengî tekane ya desthilatê ye."
Meral Daniş Beştaş: Pêvajo pêwîstiya bi çarçoveyeke hiqûqî nabîne
Di heman çarçoveyê de, dest nîşan kir ku Aktorê bingehîn û muxatabê vê mijarê birêz Ocalan e.
"Aktorê bingehîn birêz Ocalan e, pêwîst e ku rewşa birêz Ocalan nebe mijara nîqaşê jî.
Dema ku rewş wiha be, pir zehmet e ku birêz Ocalan di girtîgehê de bi hevdîtinên sînordar beşdarî pêvajoyê bibe.
Ev pêvajo di heman demê de fersendê dide, ku mirov agahdariyê bi dest bixe.
Pêwîstî bi çarçoveyeke hiqûqî nabîne."
Meral Daniş Beştaş: Aştiya civaka Tirkiyê hêza welatên din e
Endama “Komîsyona Demokrasiyê, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî” Meral Daniş Beştaş da zanîn ku eger dewleta Tirk gavan neavêje, dê hem zirarê bibîne hem jî zirarê bide gelên herêmê.
"Wekî em dizanin nediyarkirineke mezin li Rojhilata Navîn heye.
Şerekî sêyemîn ê parvekirinê tê meşandin.
Tirkiye di navenda van pêşketinan de ye.
Di hejandinekê de, Tirkiye nikare xwe ji vê xelas bike.
Tiştê ku divê demildest bê kirin, aştiya hundirîn e.