Li Colemerg, Deşta Darê, Edeneyê û Mêrdînê agirê Newrozê pê ket

Li Bakûrê Kurdistanê, çalakiyên ji bo cejna Newrozê destpêkirin. Li gelek navend û bajaran Newroz bi coş hat pîroz kirin. Di çalakiyan de taybet li Agirîyê, bi munasebeta 4 Nîsanê ku Abdullah Ocalan dikeve 77 salîya xwe 77 meşale hat pêxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li navçeya Bazîd a Agiriyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hate pêxistin.

 

Girseya ku li ber avahiya navçeyê ya DEM Partiyê kom bû, bi 77 meşaleyên di destên xwe de, ji Kolana Mem û Zînê heta Parka Şaredariyê meşekî bi meşale li dar xist.

 

Bi munasebeta ku Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsanê de dikeve 77 saliya xwe, girseyê 77 meşale hilgirtin.

 

Di dema meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

 

Piştî vêxistina agirê Newrozê, girseyê govend gerand. Çalakî piştî gerandina govendê bi dawî bû.

 

 

Li Edeneyê jî  agirê yekem ê Newrozê li Seyhanê pêket

 

 

Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê li ber Nûnertiya DEM Partiyê li Kolana Çarşamba ya Taxa Barbaros a navçeya Seyhanê, agirê yekem ê Newrozê yê bajêr pêxist

 

Di pîrozbahiyê de, ku bi çepik û tilîliyan tijî bû, gelek caran dirûşmên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin bilind kirin.

 

Dayikên Aştiyê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" agirê yekem ê Newrozê yê bajêr pêxistin.

 

 

Li Şirnexê agirê Newrozê li Deşta Darê hat pêxistin

 

 

 

Her wiha Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê jî yekem şahiya xwe ya Cejna Newrozê li bajêr, li navçeya Deşta Darê (Sırtköy) li dar xist.

 

Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kesên din beşdarî şahiya pîrozbahiyê bûn.

 

Qad bi rengên zer, sor û kesk hatibû xemilandin. Beriya şahiya pîrozbahiyê, gelek kes ji her temenî li hev civiyan û bi stranên Kurdî govend gerandin.

 

Di vê demê de fîşekên hewayî hatin avêtin û coş gihîşt lûtkeyê. Piştî ku agirê Newrozê hat pêxistin, Koma Hezex derket ser dikê. Pîrozbahî bi govendên gelêrî yên Kurdî (hala) û stranên Kurdî berdewam kir.

 

 

Li Colemergê Newroz wê bi dirûşmeya 'newroza azadî û demokrasiyê' pêk were

 

 

Beriya pîrozbahiyên îsal ên Newrozê, ku dê bi dirûşmeya "Newroz a Azadî û Demokrasiyê" were lidarxistin, gel dest bi amadekariyên xwe kiriye.

 

Li Colemêrgê, Komîteya Amadekar a Newrozê pîrozbahiyên 15'ê Adarê da destpêkirin.

 

Her wiha Hevserokê Navçeya Navendî ya DEM Partiyê Nazmî Coşkun di pîrozbahîyê de axivî.

 

Nazmî Coşkun banga beşdarbûna pîrozbahiyên Newrozê yên ku di 15'ê Adarê de li Termînala Otobusan a Colemêrgê û Taxa Sumbulê bêne lidarxistin kir.

 

Pîrozbahî bi stranên gelerî û govendê dawî bû.

 

 

Di heman demê de agirê Newrozê li taxa Mezopotamya ya navçeya Qoserê (Kızıltepe) ya Mêrdînê jî hate pêxistin.

 

Welatiyên ku li ser banga Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kom bûn, bi govenda li dora agir, Newroz pîroz kirin.

 

Di dema pîrozbahiyê de, banga beşdarbûna ji bo pîrozbahiya Newrozê ya ku dê 15'ê Adarê de li Qoserê were lidarxistin, hat kirin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye