Serok Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê pêşwaziya Serokê Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê Elî Bapîr û şandeya ligel wî kir.
Di hevdîtinê li ser bandora aloziyên herêmî li ser aramiya giştî û bizavên çareserkirina xetimîna siyasî ya Herêma Kurdistanê nîqaş kirin.
Her wiha wan bal kişand ser bandora alozî û girjiyên herêmî li ser tenahî û aboriya cîhanî û herêmî.
Di dawiyê de jî, her du aliyan bal kişand ser pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û bizavên nêzîkkirina aliyên siyasî, bi armanca çareserkirina xetimîna siyasî ya Herêmê.