Tabloya Koşka Dadweriyê ya li bajarê Hesekê di çend rojên dawî de bûye rojev.
Çend car in, ev tablo bi zimanên erebî û îngilîzî tê danîn, lê her car ji aliyê gel ve tê şikandin.
Yekîtiya Parêzeran-şaxê Hesekê li ser vê mijarê, li pêş Koşka Dadweriyê, daxuyaniyek da.
Ji rêveberiya Yekîtiyê, parêzer Mihemed Emîn Dawûd Mamo daxuyanî xwend.
Mamo diyar kir ku hebûna zimanê Kurdî li tenîşta zimanê erebî li ser dezgehên fermî, ziyanê nagihîne zimanê erebî, tersî wê, rêzgirtina li pirengiya çandî li tevahiya Sûriyê nîşan dide.
Herwekî din derbarê heman mijarê de, Yekîtiya Parêzeran-şaxê Qamişlo jî, li pêş Koşka dadweriyê ya Qamişloyê daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê parêzer Gulal Kasanî ve hat xwendin.
Parêzer Xalid Omer diyar kir ku Hikumeta Demkî bi sivikî li vê mijarê dinêre, lê em weke Kurd vê mijarê pir girîng dibînin, ji ber zimanê me nasnameya me ye.