Tevî aloziyên siyasî û aborî yên di navbera Amerîka û Çînê de, hefteya bê Serokê Amerîka Donald Trump wê serdana Çînê bike.
Pêwîst bû ku ev hevdîtin beriya mehekê pêk hatiba, lê ji ber şerê Îranê hat paşxistin.
Herî dawiyê Donald Trump ragihand ku ew ê di 14 û 15ê gulanê de biçe Çînê û hevdîtinan bi serokê Çînê Xi Jinping re, pêk bîne.
Beriya niha Trump gotibû ku ew ê mijara şerê Îranê bi Xi Jinping re nîqaş bike.
Piştî ku Donald Trump piştrast kir ku Xi Jinping di dema şer de "bi rêzdarî" tevgeriyaye, dibe ku Çîn li ser gelek mijaran tawîzan bide.
Di heman demê de, dibe ku bibe alîkar da ku şerê di navbera Amerîka û Îranê de bi dawî bibe.
Beriya çûyîna Trump, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî vê hefteyê serdana Pekînê kir.
Piştî serdana Ebas Eraqçî bo Çînê, Wezîrê Karên Derve yê Çînê ji Eraqçî re got ku daxwazek me heye ku şer bi dawî bibe û ji bo hinardekirina enerjiyî û bazirganiya deryayî Tengava Hurmizê were vekirin.
Rastî ev e ku şerê Îranê ji bo Amerîkayê pir girîng e, û Çînî jî vê yekê dizanin û ew ê hewl bidin da ku vê yekê ji bo berjewendiya xwe bi kar bînin.
Lê belê, Pekîn jî dixwaze ji tevlîbûna di vî şerî de dûr bisekine, û xwe ji her zextekê ku Trump dikare wê li dijî Çînê bikar bîne dûr bixe.
Cîhan bi kelecanî li benda civîna bilind a di navbera Trump û Xi de ye.
Lê belê, nezelaliya li dora hûrguliyan û nebûna amadekariyê, nîşan dide ku civîn dê encamên berbiçav ên sînorkirî bide.
Ji aliyê Amerîkayê ve, ev daxwaz hene:
Îmzekirina peymanên mezin ji bo xurtkirina pozîsyonê û partiya Komarî ya Donald Trump.
Îmzekirina peymanên têkildarî Hişê Çêkirî, madenên stratejîk û madeya fentanyl a ku di çêkirina madeyên hişbir de tê bikaranîn.
Beramberî van daxwazan, Çîn wiha daxwaz dike:
Agirbesta şerê bazirganiyê yê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re, ku Trump û Xi Jinping di Cotmehê de li ser li hev kirine, ji bo salekê dirêj bike.
Lê belê, Pekînê piştrast kir ku ew ê bi cezayên Amerîkî yên ku şîrketan ji ber dan û standinên wan ên bi sektora petrolê ya Îranê re hedef digirin, pabend nebe.
Herî dawiyê jî ji bo agirbesta bazirganiyê serokê Encumena Karsaziyê ya Amerîka-Çînê Sean Stein diyar kir ku, wekî wan hêvî dikir agirbesta bazirganiyê ew qasî xurt xuya nake.
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê herî dawiyê di 30yê cotmeha 2025an de li Busan a Koreya Başûrî, di çarçoveya civîna APECê de, civiyan.
Di encama wê civînê de, çend rêkeftin hatin îmzekirin ku armanca wan sivikkirina rageşiyên bazirganiyê yên di navbera her du welatan de bû.