Li gorî Çavkaniyan NY'ê di sazîbûna xwe ya malî de wê guhertinê çêbike.
Çavkaniya Neteweyên Yekbûyî eşkere dike ku wê Yekeya Jinê Ya Neteweyên Yekbûyî (UN Women) û Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) bibin yek.
Her wiha tê payîn ku wê beşek ji karên navendî yên UNICEF'ê derbasî Nairobiyê bêne kirin.
Neteweyên Yekbûyî navendên malî dike yek û bar dike
Di çarçoveya ji nû ve rêxistinkirina navenda malî de Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku UNAIDS'ê entegreyî Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO), Ofîsa Xizmetên Projeya NY (UNOPS) bi Bernameya Pêşvebirinê ya NY'ê (UNDP) re bike yek û Daîreya Operasyonên Aştiyê (DPO) û Daîreya Karên Avakirina Aştiyê û Siyasî (DPPA) ji nû ve saz bike.
Hat eşkerekirin ku li gorî rapora dawî ya Neteweyên Yekbûyî xurtkirina hebûna saziyê li Nairobi û Bonnê, ji aliyê dewletên endam ve wek gaveke erênî hatiye dîtin.
Stephane: Biryara barkirinê girêdayî erêkirina dewletên endam e
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric 3'ê Cotmehê di daxuyaniya xwe de eşkere kiribû ku navenda NY a li Nairobiyê bi lez mezin bûye û gelek sazî bar kirine. Lê belê ev biryar bi budçe û erêkirina dewletên endam ve girêdayî ye.
Li gorî şiroveyên pisporan biryara Neteweyên Yekbûyî ya barkirina navendan ne bes tesadufa maliyê ye, heman wext pênasekirina mîsyona Global a saziyê jî diyar dike.
Tê îdiakirin ku Neteweyên Yekbûyî mehên bê biryarên têkildarî yekkirina UN Women-UNFPA û barkirina navendê zelal bike.