Ekwadorî hebûna baregehên Amerîkayê qebûl nekirin

Duh ji bo reforma hikumetê hilbijêrên Ekwadorî dengên xwe dan. Encamên dengdanê ne bi dilê serokê Ekwadorê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî dabeşkirina %80ê ji dengan, zêdetirî %60ê hilbijêran ji reformê re gotin "na".

Aqûbeta baregehên leşkerî yên amerîkî xalekê reformê bû ku pêşkêşî welatîyan hat kirin.

Piranîya welatîyên Ekwadorê hebûna baregehên amerîkî red kirin

Serok Daniel Noboa ser X"ê de derbarê encaman de wiha nivisî:

"Em rêzê li îradeya gelê Ekwadorê re digirin."

Encamên dengdanê derbeyek mezin e ji bo serokê welêt.

Noboa dixwest bi rêya qanûnên hişk şerê xwe yê li dijî çeteyên madeyên hişbir difroşin, girantir bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye