Li Şîlîyê hilbijartina Serokomarîyê hat lidarxistin

Namzetên çepgir û rastgir di hilbijartinên Şîlîyê de hatin pêşberî hev. Tu namzet di tûra yekemîn de serkeftin bi dest nexistin. Enîya rastgir jî wekî favorîyê tûra duyemîn a dengdanê tê nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şîlî ji bo hilbijartinên serokatîyê duh çû ser sindoqan.

Jeannette Jaraya ku namzetê Partîya Komunîst bû, bi rêjeya ji % 27an ket bû yekemîn.

José Antonio Kastê rastgir encax dikarîbû ji % 24ê dengan bi dest bixe.

Ji ber ku yek ji wan jî piranîya dengan bi dest nexistin, meha bê wê tûra duyemîn bê lidarxistin.

José Antonio Kastê favorîyê tûra yekemîn tê nîşandan.

Tê payîn, hilbijêrên namzetên din ên rastgir wê dengên xwe bidin Kaste.

Namzetê rasgirt, kampanyaya xwe li ser zêdebûna koçberî û rêjeya sûcan ava kir.

Nifûsa bîyanîyan li Şîlîyê nêzîkî 2 milyonan bûye û partîyên rastgir ji bo vê zêdebûnê hikumeta çepgir a li ser kar sûcdar dikin.

Gabrîel Borîc ku namzetê çepgir bû, di hilbjartina 2021an de bûbû serokê nû yê Şîlîyê.

Ev encam, di dîroka 40 salên welêt de wkî pêşketineke siyasî ya pir girîng hatibû qebûlkirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye