Zeviya Kanî Berazan a Rojhilatê Kurdistanê hişk bûye

Zeviya Kanî Berazan a ku 30 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Mehabadê û başûrê Gola Urmiyê dikeve, bi temamî hişk bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev zevî bi navê ‘Bihuşta Çûkan’ tê naskirin ku li Îranê qada yekem a çavdêriya çûkan e.

Rûberê Kanî Berazan; hezar û 50 hektar e û ji 75 cureyên çûkên avî û peravê re maluvaniyê dike.

Ji van 75'an 13 cûreyê wan di bin xetereya tunebûnê de ne û gelek çûk neçar mane koç bikin.

Zindiyên din jî bi taybet kevzên avê ji hişkesaliyê bandor bûn û tune bûne. 

Ev qad berê jî rûbirûyî krîza bê avêyî bû, lê belê ji nîvê Îlona îsal ve di asta avê de ketinek cidî hate jiyîn û di meha Cotmehê de bi temamî hişk bû.

Pisporan sedemê hişkbûnê wek guherîna avhewayê û rêveberiya xirab  a rayedaran nîşan dan. Diyar kirin ku di temînkirina ava çandinî û ava vexwarinê de rewşekî xeter heye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye