Li Gimgimê nobeda jinan: "Em ê dar û ava xwe biparêzin

Jinan ji bo rêgirtina li ber talana ekolojîk çalakiyên nobedê berdewam dikin. Jinên ku wekî parêzvanên sereke yên jîngehê derdikevin pêş, bi dirûşmeya "Parastina xwezayê parastina jiyanê ye" li qadan in.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li herêmê xebatên ekolojîk ên ku ji aliyê jinan ve tên meşandin her ku diçe berfirehtir dibin.

Li navçeya Gimgimê ya Bakurê Kurdistanê, bertekên li dijî projeyên Santrala Jeotermal (JES) gihîştine lûtkeyê. Jinên herêmê ji bo rêgirtina li ber talana ekolojîk çalakiya nobedê berdewam dikin. Jinan diyar kir ku ew ê bi tu awayî destûrê nedin ku çavkaniyên wan ên xwezayî werin rûxandin.

Ev çalakiya biryardar a jinan piştgiriyeke mezin ji aliyê hunermend û parêzvanan ve jî dibîne. Hunermend Mîkaîl Aslan di serdana xwe ya ji bo nobedê de destnîşan kir ku ev proje berdewamiya polîtîkayên valakirina herêmê ne û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bide dengê jinên Gimgimê.

Tê zanîn ku ev çalakiya ku li gundê Xwarikê ji aliyê Platforma Ekolojiyê ve hatiye destpêkirin, îro ketiye roja xwe ya 81'emîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye