Rûsyayê êrîşî binesaziya deryayî ya Ûkraynayê kir

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku wan di operasyonên şevê de binesaziya leşkerî û deryayî ya Ûkraynayê ya li Odesayê kirine armanc.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastina Rûsyayê di daxuyaniyeke fermî de eşkere kir ku hêzên wan bi çekên pêşketî ji hewa, derya û erdê ve êrîşî xalên lojîstîk ên artêşa Kîevê kirine. Êrîşên şeva borî bi giranî bajarê portê ya Odesayê û derdora wê kirine armanc.

Di encama van derbeyan de binesaziya leşkerî û deryayî ya Ûkraynayê rastî ziyaneke mezin hatin. Hêzên Rûsî li Deryaya Reş du keştiyên lojîstîk ên artêşa Kîevê rûxandin.

Her wiha binesaziya Portê ya Odesayê tevî tankên sotemeniyê rûxandinê. Di heman demê de, Navenda Lojîstîk a "Nova Poshta" ya ku ji bo embarkirina çekan dihat bikaranîn û bataryaya moşekên parastina deryayî ya "Neptun" a li Kovalivkayê hatine rûxandin.

Mosko diyar dike ku ev operasyon wekî bersivek li dijî êrîşên Ûkraynayê yên li ser sazgehên neftê yên Rûsyayê tên kirin.

Hevdem ligel van êrîşan, Rûsyayê gundê Volkhovskoye yê li Xarkîvê kontrol kir. Li aliyê din, Serokê Ûkraynayê Zelensky, Fermandarê Giştî Syrsky ji kar dûrxist û Anatoliy Drabati tayînî şûna wî kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye