Operasyonên ku armanca lawazkirina şiyana Îranê ya ji bo gefxwarina li ser keştiyên bazirganî yên di Tengava Hormuzê re derbas dibin berdewamin.
CENTCOM'ê di daxuyaniyeke fermî de ragihand ku hêzên wan şeva 11'emîn a êrîşên li pey hev ên li dijî Îranê bi serkeftî qedandine.
Êrîşên ku nêzîkî 75 deqeyan berdewam kirin, binesaziya leşkerî û şiyanên deryayî yên Îranê kirin armanc.
Li gorî daxuyaniya fermî ya CENTCOM'ê, balafirên şer, dron û keştiyên leşkerî yên Amerîkayê navendên operasyonên leşkerî yên Îranê û hangarên balafir û dronan hedef girtine.
Sedema êrîşan û rewşa Tengava Hurmuzê
CENTCOM'ê destnîşan kir ku Îranê di sê mehên dawî de êrîş biriye ser zêdetirî 30 keştiyên bazirganî yên navneteweyî. Ev êrîş wekî gefeke rasterast li ser azadiya deryavaniyê hatin pênasekirin.
Tevî şer û rageşiya giran, CENTCOM'ê eşkere kir ku Tengava Hurmuzê ji bo derbasbûna keştiyên bazirganî vekirî dimîne.
Ji destpêka meha Gulanê ve, hêzên Amerîkî derbasbûna nêzîkî 900 keştiyên bazirganî û 450 mîlyon bermîl nefta xav hêsan kirine.
Amadebaşiya hêzên Amerîkayê
Di daxuyaniyê de hate gotin ku zêdetirî 50,000 leşkerên Amerîkî li seranserê herêma Rojhilata Navîn di rewşa amadebaşiyê de ne.
CENTCOM'ê hişyarî da ku ew ê her tim Îranê ji ber êrîşên neqanûnî yên li dijî deryavanên sivîl berpirsiyar bigirin.
Çavdêrên siyasî diyar dikin ku ev pêla êrîşan dikare rageşiya di navbera Washington û Tehranê de bigihîne asteke nû ya krîtîk. Tê çaverêkirin ku di rojên pêş de bandora van operasyonan li ser bazara neftê û ewlehiya deryayî ya herêmê hîn zelaltir bibe.