Îro nêzîkî 36 welat dicivin da ku zexta dîplomatîk û siyasî bikin ji bo Tengava Hurmizê ji nû ve were vekirin.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer got ku civîn bi serokatiya Wezîra Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper dê were lidarxistin.
Her wiha anî ziman ku dê kiryarên dîplomatîk û siyasî ji bo vegerandina azadiya deryayî, misogerkirina ewlehiya keştî û deryavanên asê mane, werin nîqaşkirin.
Amerîka beşdarî civînê nabe
Hate diyarkirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê beşdarî civînê nabe.
Beriya niha Serokê Amerîkayê Donald Trump, gotibû ku ewlekirina Tengava Hurmizê ne karê Amerîkayê ye.
ji destpêka şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ve, Tengava Hurmizê hatiye girtin û her ku diçe ev krîz kûrtir dibe.
Piştî destpêkirina şerê 28`ê Sibatê, Supaya Pasdaran bi daxuyaniyekê ragihand ku wan Tengava Hurmizê bi temamî girt.
Tengava Hurmizê, ji bo hinardekirina petrolê ji bo gelek welatan derbasgeha sereke ye û %20 ji nefta cîhanê bi rêya Hurmizê tê veguhastin.