Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li taximê Îraqê kir

Serokê Herêma Başurê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya ku taximê futbolê yê Îraqê ji bo Kûpaya Cîhanê ya sala 2026'an bi pêş ve çû, peyameke pîrozbayiyê belav kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Herêma Başurê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo taximê futbolê yê Îraqê, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

 

Piştî ku Îraqê di maça li Meksîkayê de bi 2-1 têkbirina Bolîvyayê serkeftineke dîrokî bi dest xist.

 

Barzanî pîrozbahî li hemû gelê Îraqê kir û bi taybetî lîstikvan û karmendên teknîkî.

 

 

Îraq ji sala 1986'an û vir ve cara yekem çû fînala Kûpaya Cîhanê

 

 

Neçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya vê serkeftinê di dîroka werzîşê de û ev daxuyanî da:

 

"Ev serkeftina dîrokî, piştî bendewariyeke 40 salan û çavkaniya serbilindiyê ye ji bo hemû îraqiyan.

 

Ez bi dil û can hemû endamên taximê neteweyî pîroz dikim.

 

Hêvî dikim ku serkeftin ji Taximê Niştimanî yê Îraqê re di pêşbirkên grûpa Kûpaya Cîhanê de pêk were.

 

Hêvî dikim ku ev serkeftin yekrêziya civakî û yekrêziyê xurt bike û ev serkeftin ji bo her kesî bibe çavkaniya bextewarî û aştiyê."

 

Îraq, ji sala 1986'an û vir ve cara yekem çû fînala Kûpaya Cîhanê, hesreta xwe ya 40 salan bi dawî kir.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye