Stêrkê Misirî Mohamed Salah ji ber ku 3 maç in li pey hev li ser kursiya yedekan tê rûniştandin acizbûna xwe bi daxûyaniyekê anî ziman.
Mohamed Salah piştî wekheviya li hemberî Leeds Unitedê daxuyanî da û got:
Di çend salên borî de û bi taybetî sala par min gelek tişt dan vê Taximê.
Niha li ser kursiya yedekan im, nizanim sedem çi ye.
Salah diyar kir, ew hîs dike ku tîm dixwaze dest ji wî berde û wiha axivî:
Bi ya min gelekî zelal e ku kesekî xwestiye hemû sûc bixe stûyê min.
Havînê gelek soz dan min, û niha jî 3 maç in ez yedek im.
Stêrka Misirî Mohamed Salah li ser pêwendiya xwe ya bi Rahêner Arne Slot re wiha got:
Min gelek caran gotiye ku pêwendiya min û Slot gelekî baş e, lê bi awayekî surprîz pêwendiya me qut bû.
Nizanim sedem çi ye, lê ez bawer dikim ku hinek kes di nava Taximê de min naxwazin.
Salah li ser pirsa maça Liverpoolê ya li hemberî Brightonê wê bibe maça wî ya dawî yan na got:
Min ji malbata xwe re got ku werin maçê.
Nizanim ezê bilîzim an na, lê ezê bi hatina malbata xwe kêfxweş bibim.
Salah destnîşan kir ku ew dê li Anfieldê xatir ji alîgiran bixwaze û pişt re biçe Kupaya Afrîkayê.
Mohamed Salah naxwaze ser kursiya yedekan rûne
Lîstikvanê Liverpoolê Mohamed Salah got:
Di futbolê de kes nizane çi diqewime, ez nikarim vê qebûl bikim.
Salah Mînaka Harry Kane da û behsa serpêhatiyekê wî kir.
Tê bîra min dema Harry Kane 10 maçan li pey hev gol neavêtin.
Hemû medyayê got, 'Waw, bê guman Harry wê vegere û golan biavêje.
Dema mijar bû Salah ji min re dibêjin li ser kursiya yedekan be.
Bibor in ez ne ew kesame ku ser kursiya yêdekan rûnim.
Van gotinên Mohamed Salah dengvedaneke mezin çêkir.
Medya daxuyaniya Mohamed Salah wiha şîrove kir, dibe ku futbolîst di transfera zivistanê de ji Taximê Îngilîz veqete.
Tîma Îtîhada Siûdî careke din hewlên xwe yên ji bo transfera wî zêde dike.
Ew dixwazin wî mîna Cristiano Ronaldo û Karim Benzema bibin lîga Erebistana Siûdî.