Hêzên piştgiriya lezgîn êrîşên xwe li ser Sûdanê dewam dike

Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi dronan sê caran li bajarokê Kolojî ya eyaleta Kordofana Başûr da û bi dehan kes mirin. Her wiha Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di meha borî de zêdetirî 40,000 kes ji El Faşer koçber bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji Nîsana 2023'an vir ve, şerê li Sûdanê bi deh hezaran kes kuştine, zêdetirî 12 mîlyon mirov koçber kirine û "krîza mirovî ya herî xirab" a cîhanê afirandiye.

Yekîneya îdarî ya Kaloughi, Essam El-Din El-Sayed, bi rêya Starlink ji AFP re got ku Hêzên piştgiriya Lezgîn bi dronan roja Pêncşemê sê caran bajarokê Kolojî ya eyaleta Kordofana Başûr bombebaran kirin. 

Her wiha Essam da zanîn ku pêşî li baxçeyê zarokan da û pişt re jî li nexweşxaneyê da, cara sêyemîn vegeriya û vê carê jî xelkê hewl dida zarokan rizgar bikin bombebaran kir.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) derbarê vê bûyerê de wiha got:

"Di êrîşê de zêdetirî 10 zarokên ku temenê xwe di navbera 5 û 7 salî de ne hatine kuştin."

Wezareta derve ya artêşa Sûdanê: 43 zarok hatine kûştin

Di heman demê de wezareta derve ya artêşê  diyarki tê texmînkirin hejmara kuştiyan dora 79 kesane, di nav de 43 jî zarokin.

Nûnerê UNICEF'ê li Sûdanê, Sheldon Yett, da zanîn ku kuştina zarokan li dibistanên wan binpêkirineke tirsnak a mafên zarokan e.

"Di meha borî de 40 hezar kes ji sûdanê kûçber bûne" 

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di meha borî de zêdetirî 40 hezar kes ji herêmê koç bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye