10,000 kes li Atînayê serhildana 1973an bi bîr anîn

Di salvegera serhildana xwendekaran de li Yûnanistanê meşeke girseyî hat lidarxistin Zêdetirî 10 hezar kes tevlî meşa li Atînayê bûn

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parazvanên demokrasîyê di salvegera serhildana xwendekaran de li Atînayê li ser pîyan bû.

Bi hezaran çalakger di şeva salvegerê de meşeke girseyî lidarxistin.

Meş piştî bîranîna li ber Zanîngeha Polîteknîkê dest pê kir.

Çalakger di dema bîranînê de gul û çîçekan danîn ber derîyê zanîngehê.

Di meşê de sloganên ji bo parastina demokrasîya welêt hatin berzkirin.

Xwendekarên yûnan di 1973an de ji bo protestokirina cûntaya leşkerî, Zanîngeha Polîteknîkê dagir kiribûn.

Cûnta hêzeke giran a tevlî tankan şandibû zanîngehê û 20 xwendekaran kuştibû.

Protestoyên civakî bi dûv vê komkujîrê re hatibûn lidarxistin û di 1974an de dawî li hebûna cûntayê anîbû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye