Li Deryaya Reş keştiyeke Tirkiyeyê rastî êrîşa şeş dronan hat

Li Deryaya Reş keştiyeke barhilgirtinê ya Tirkiyeyê rastî êrîşa 6 balafirên bêpîlot hat; di encamê de agir bi keştiyê ket û çar deryawan birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Keştiya "RoRo" ya bi navê Nadezhda, ku ji Rûsyayê ber bi Samsuna Tirkiyeyê ve diçû, li nêzîkî bendergeha Novorossiyskê hat armancgirtin.

Di keştiya ku barê fêkî û sewzeyan tê de bû, 22 deryawan hebûn. Piştî êrîşê, hemû karmend ji aliyê tîmên Rûsyayê ve hatin rizgarkirin, lê hat ragihandin ku rewşa sê birîndaran giran e.

Kaptanê keştiyê Ukraynayê weke berpirsiyar nîşan da, lê Kîevê heta niha daxuyaniyeke fermî neda ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye