Rûsya êrişeke berfireh bi sîstema moşekan bir ser Kîvê

Rûsyayê piştî navberekê careke din êrişên xwe yên bi moşekên balîstîk li ser Ukraynayê da destpêkirin û derengiya şevê paytext Kîv da ber bombeyan. Di vê êrişê de herî kêm 11 kes birîndar bûn û ziyaneke mezin gihîşt avahiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî hatine girtin, Rûsyayê di vê êrişê de nêzî 6 moşekên dijî-keştiyan yên bi navê "Zîrkon" ku hatine guhertin, bi kar anîne. Serokê Şaredariya Kîvê Vitali Klitschko ragihand ku di encama bombebaranê de ziyan gihîştiye avahiyên îdarî, depo û avahiyên niştecîhbûnê. Her wiha hat diyarkirin ku li hinek herêmên rojhilatê Çemê Dnîpro niştecih bê av mane. Hêzên Hewayî yên Ukraynayê jî da zanîn ku bajarên Dnîpro û Zaporîjya yên li başûrê welat bûne armanca moşekên balîstîk.

Ji aliyê din ve, Ukraynayê jî bi dronan êrişî hinek armancên li nava axa Rûsyayê kir. Di nav armancan de bajarê Rostov li başûrê Rûsyayê û bajarê Yaroslavl li bakurê rojhilatê Moskowê hebûn. Ji ber van êrişan, Saziya Firokvaniyê ya Rûsyayê "Rosaviatsia" neçar ma ku qedexeyên demkî deyne ser çend balafirgehan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye