Medyaya Fana ya girêdayî hikûmeta Etyopyayê da zanîn ku Îstîxbarata Etyopyayê 82, endamên gumanbar ên DAIŞ'ê, dema li ser sînorê Etîyopya û Somalîyê li herêma Puntlandeyê perwerde didîtin hatin binçavkirin.
Li gorî agahîyên Fana, bi hevkariya Polîsên Federal ê Etyopyayê û hêzên ewlehiyê yên herêmî de, endamên gumanbar ên DAIŞ'ê li gelek deverên Etyopyayê hatine naskirin û binçavkirin.
Dewleta Etyopyayê diyar kir ku kesin hatine girtin, hîna nehatiye zelal kirin ka hemwelatiyên kîjan welatane .