Trump: Me hevdîtina Îranê qebûl kir, lê agirbest qediya ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku Îranê xwestiye bi wan re hevdîtinan bidomîne.Donald Trump got: Me hevdîtin qebûl kir, lê Amerîkayê bi zimaneke vekirî ragihandiye ku dema agirbestê dawî bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyaniyek da.

Trump da zanîn ku Îranê daxwaza domandina ‘hevdîtinê’ ya bi wan re kiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump:

"Me ev yek qebûl kir, lê Amerîkayê bi zimaneke vekirî ragihandiye ku dema agirbestê dawî bûye."

Îranê soz da ku dê li dijî her êrîşekê ku binesaziya wê hedef digire, bersivê bide û diyar kir ku Îsraîl dê ji her bersivek gengaz bêpar nebe.

Sekreterê Meclisa Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Mihemed Baqir Zolqedir jî diyar kir ku Tehran dê bersiva her êrîşekê ku binesaziya wê hedef digire bide û hişyarî da ku Îsraîl wê ji vê tolhildanê bêpar nemîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye