civîna serok wezîrên îraqê û wezîrê derveya îraqnê
Li ser mijara danîna çekan ji aliyê komên çekdar ên Îraqê yên ser bi Îranê ve, Serokwezîrê Îraqê li gel Wezîrê Derve yê Îranê û Fermandeyê Hêza Quds a Îranê re civiya.
Li gorî zanyariyan, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li gel Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî civiya û rasterast babeta komên çekdar nîqaş kirin.
Elî Zeydî: Komên çekdar kartêkirina xirab li ser Îraqê dikin
Elî Zeydî ji Ebas Eraqçî re got ku berdewambûna çekan ji derveyî saziyên fermî, bandorekî xirab li ser serweriya Îraqê û peywendiyên wê yên derve dike.
Li gorî daxuyaniya şêwirmendekî Serokwezîr, di civînê de Zeydî ji Eraqçî re wiha got:
"Gelo li Îranê destûr ji min re tê dayîn ku em komeke çekdar ava bikim, an destwerdanê di karûbarên ewlehî û leşkerî yên we de bikin?
Elî Zeydî: Nabe Îran li ser hesabê Îraqê komên çekdar ava bike
Eraqçî wiha bersiva Elî Zeydî da:
"Na, destûr nayê dayîn."
Serokwezîrê Îraqê jî li ser vê yekê diyar kir ku heke wisa ye, çima hûn rênasî didin xwe ku komên çekdar li Îraqê bihêz bikin ku ev yek bandora xirab li ser welatê me dike?"
Ebas Eraqçî ji bo Elî Zeydî: Ez ê gotinên te bigihînim Tehranê
Her wiha şêwirmendê serokwezîr da zanîn ku Ebas Eraqçî rasterast piştgirtiyê neda gotinên Elî Zeydî û jê re wiha got:
"Ez ê van gotinên we bigihînim serokatiya li Tehranê.
Civînên berpirsên Îranê li gel serokwezîrê Îraqê berdewam kirin, du roj piştî civîna li gel Wezîrê Derve yê Îranê, berpirsê Supaya Quds a Îranê Îsmaîl Qanî serdana Îraqê kir.
Li nava Koşka Hikûmetê ya li Navçeya Kesk li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî civiya.
Di civîna bi berpirsên Îranê de re, Serokwezîrê Îraqê ragihand ku divê Îran piştgitiya dewleta Îraqê û saziyên wê yên fermî bike, ne ku komên çekdar ava bike û wan li ser hesabê Îraqê bihêz bike.
Meha 9`an dema dawî ye ji bo komên çekdar da ku çekên xwe deynin
Di destpêkê de Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand ku divê çek bi tenê di destê dewletê de be û li derveyî hêzên fermî yên ewlehiyê nabe tu komên çekdar bimînin.
Dema dawî ya ku ji aliyê Serokwezîrê Îraqê ve ji bo komên çekdar hatî destnîşankirin, di dawiya meha 9'an de ye.