Li gorî nûçeya ku dispêre Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA), zextên rejîma Îranê yên li ser çalakgeran bê navber berdewam dikin. Xwepêşandêrê bi navê Muhsîn Babaiyan ku di dema protestoyên şermezarkirinê yên 26'ê Çileya 2026'an de hatibû binçavkirin, niha li Dadgeha Tehranê ya Mezin tê ragirtin.
Babaiyan li Şaxê 26'emîn ê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat darizandin. Doza wî ji aliyê "Dadger" Îmam Afşarî ve hat birêvebirin. Dadgehê bi sûcdariya "Dijminatiya li Xwedê" cezayê darvekirinê li Muhsîn Babaiyan birî û ev biryara giran jê re hat ragihandin.
Heya niha derbarê hûrgiliyên dema girtina Babaiyan û hûrgiliyên din ên doza ku lê dihate darizandin de agahiyên berfirehtir nehatine bidestxistin.