Tesnîm: Teqîna li Qeşmê rûbirûbûnek bi armancên dijmin re bû

Piştî belavbûna nûçeya bihîstina dengê du teqînan li nêzî girava Qeşemê ya Îranê. Ajansên Îranê der barê van teqînan de agahî dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa nûçeyan a Tesnîmê ku dezgeheke medyayê ya girêdayî Îranê ye, ragihand ku sedema dengê teqînên ku duh der dora demjimêr 9:40`ê êvarê li girava Qeşemê hatine bihîstin, rûbirûbûnek bi armancên dijber ên dijmin re bû.

Tesnîmê da zanîn ku destkeftiyên vê pevçûnê dê di demjimêrên pêş de ji her kesî re werin eşkerekirin.

Desteya Operasyonên Deryayî: Sê keştî rastî êrîşan hatin

Li aliyekî din, Desteya Operasyonên Deryayî ya Brîtanî duh diyar kir ku roja çarşemê li Deryaya Sor û Kendava Adenê du keştî rastî êrîşan hatin.

Rêxistinê her wiha ragihand ku ekîba keştiyeke din a petrolê dema ku di Tengava Hurmizê re derbas dibû, eşkere kir ku du teqîn li nêzî wan çêbûne.

Li gorî Desteyê, keştiya prtrolê rêça xwe guhertiye û ti rapor li ser zirar an birîndarbûna endamên keştiyê tune ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye