Li gorî nûçeyên li çapemeniya Yewnanistanê, şaredar ku xwediyê şîrketeke elektrîkê dide santrala enerjiya rojê û muteahhîtekî tê gotin pêwendiya xwe bi şewatê re heye, bi biryara dozgerî û dadgerê lêpirsînê hatin girtin.
Herdu gumanbar wê bi sûcdariyên "Şewitandina daristanê bi zanebûn" û "Zerardayina li navendên xizmeta cemaweriyê" bêne darizandin.
Hate ragihandin ku eger sûcdar bên dîtin dibe ku bi zêdeyî 10 salan cezayê girtîgehê bên cezakirin.
Li gorî lêkolînên destpêkê yên arkujiyê, şewat li bajarokê peravî Agios Vaisilios ê li bakurrojavayê Atînayê, bi çirûska ji qebloyên elektrîkê yên şîrketeke taybet destpê kir.