Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya parêzgeha Silêmaniyê destnîşan kir ku li sînorê gundê Kejan ya ser bi navçeya Pênciwênê agir bi eradekî ketiye.
Hat diyarkirin ku di encama şewatê de 40 donim erd ku di nav de puş û darên xwezayî hebûn şewitiye û jîngeha sînor zirar ditiye.
Hat ragihandin ku karmendên rêveberiyê bi hevkariya xelkê herêmê karîbûn agir vemirînin.
Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîgehê ya parêzgeha Silêmaniyê da zanîn ku hîn sedema şewatê nehatiye zanîn û lêkolîn jî hatine destpêkirin.