Ji tirsa ku çend donim zeviyê wî yên mayî jî bişewite, leza çinîna wê dike.
Du roj berê, rojeke giran bû li ser cotkarê bi navê Xesan Ibrahîm û hemû gundiyên Gir Sorê.
Di 23'yê Hezîranê de, li gundê Gir Sorê ku 20 km dûrî bajarê Qamişlo ye, agirekî dijwar bi zeviyan ket.
Ji ber pileya germa zêde û bayê dijwar, agir nehat kontrolkirin û gihaşt heta rêya giştî ya Amûdê û Qamişlo.
Ji 130 donim zevî, 35 donimên Xesan Ibrahîm şewitîn û niha jî tişta mayî bi lez diçine.
5 hezar doznim zeviyên gundiyan şewitîn
Serokê Komîna Gir Sorê Îsarm Rejo jî ji Nûçe Tv re behsa hûrguliyên şewatê kir û dibêje ku 5 hezar donim zevî ku piraniya wan genim bûn, şewitîn.
"Min nikarîbû agir kontrol bikira û 25 donim genimê min şewitîn"
Beriya ku em bigihêjin gundê Gir Sorê, li ser rêya Sifeya ya girêdayî bajarê Hesekê em rastî bûyereke din a şewatê hatin.
Komek ji xelkê derdora agir kom bûne û bi derfetên herî biçûk hewl didin ku agir vemirînin.
Agir bi zeviyê cotkarê bi navê Mihemed Ebid ketibû, 25 donim genimê wî şewitîn.
Têkildarî rûdana bûyerê Mihemed Ebid ev agahî da:
“Ez li ser karê xwe bûm, ev 10-15 roj in em li benda derasê bûn
derase nehat. Ji nişka ve, nîvro me bihîst ku agir vêketiye ez derketim min dît agir bi zeviyê min ketiye ev bû tişta ku çêbû, em pê re negihaştin zeviyê min hemû çû, xetas li vir bû enerjiya tavê şewitî nêzî 300 metro kablo şewitîn.”