Mazlûm Ebdî û Parêzgarê Hesekê ji bo krîza sotemeniyê civiyan

Îro pêncşemê Fermandarê Giştî yê QSD Mazlûm Ebdî û Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, derbarê rewşa sotemeniyê û buhabûna wê de, civiyan.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di civînê de, rewşa sektorên enerjî, elektrîk û avê, herwiha şêwazê destekdayîn û başkirina xizmetguzariyan, hatin destgirtin.

Herdu rayedaran herwiha behsa pêşveçûnên radestkirina zeviyên petrolê bo Wezareta Neftê ya hikumeta veguhêz jî kir.

Mezlûm Ebdî û Nûredîn Ehmed, li ser danîna mekanîzmeyeke destekdayîna taybet bo parêzgeha Hesekê li hev kir.

Armanca vê mekanîzmeyê, misogerkirina îstiqrarê di sektora sotemeniyê de, herwiha destekdayîna xizmetên sotemeniyê bi awayekî ku bandoreke erênî li jiyana xelkê dike.

Di çend rojên borî de, ji ber nebûna sotemeniyê, piraniya jenatorên li parêzgehê rawestiyabûn, tiştê ku bûbû sedema xwepêşandanan li gelek bajaran.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye