Li Dêrsimê zexta polîsan û hêzên ewlehiyê zêde bûye

Şaxa ÎHD’a Dêrsimê îşaret bi binpêkirinên li bendên kontrolê yên polîs û leşkeran kir û xwest ev rewş were bidawîkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê têkildarî zext û binpêkirinên leşker û polîsan ên li Dêrsimê daxuyanî da.

Daxuyanî, li pêşiya benda kontrolê ya Kemerbelê ya li ser rêya Pulurê hate dayîn.

Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî yên bajêr jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Nûrşat Yeşîl daxuyand ku bendên kontrolê, azadiya gel bisînor dike.

 

Nûrşat Yeşîlê got:

“Çavdêriya bi kamireyan jiyana gund û bajaran serûbin kiriye.

Li her dera bajêr hêzên ewlekariyê bendên kontrolê danîne û mafê azadiyê binpê dikin.”

Nûrşat Yeşîlê anî ziman ku ev rewşa heyî, zirarê dide avadaniya xwezayî ya bajêr û aramiya wê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye