Di demekê de ku zextên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Hêzên Hevpeymanan ên ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge û metirsiya birîna alîkariyên darayî di lûtkeyê de bûn, fona rawestiyayî ya Wezareta Pêşmerge hat dayîn.
Wezareta Pêşmergeyan a Başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî ragihand ku fona alîkariya darayî ya Koalîsyonê ya ji bo meha gulanê, piştî derengketineke nêzîkî 2 mehan, ketiye ser hesabê bankê yê wezaretê.
Her wiha îro 6’ê tîrmehê, dê dabeşkirina alîkariya darayî dest pê dike.
Li gorî daxuyaniya fermî, Rêveberiya Giştî ya Budce û Bernameyan hemû amadekariyên pêwîst ji bo temamkirina gavên belavkirina van fonan temam kirine.
Her çend dabeşkirina vê fonê wekî rûtînekê xuya bike jî, ragihandina vê carê di demekî pir krîtîk de tê û rasterast girêdayî paşxaneya hişyariyên tund ên Pentagonê ye.
Beriya niha, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên din ên Hevpeymanan bi tundî hişyarî dabûn berpirsên Başûrê Kurdistanê.
Washingtonê bi eşkere ragihandi ku eger her du partiyên sereke (PDK û YNK) hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de nekin yek, Amerîka dê dabînkirina vê fona darayî (ku mehane nêzîkî 15 mîlyon dolar e) bide sekinandin.
Ji ber vê yekê, gihîştina fona meha Gulanê di serê meha Tîrmehê de, wekî nîşanek tê dîtin ku piştgiriya Hevpeymanan ji bo hêzên Pêşmerge her çend bi kelem û astengî be jî hîn berdewam dike.
Lê belê, mercê sereke yê hevpeymanan ku "yekxistina tam a hêzan e", her wekî xaleke herî krîtîk a merc li ser maseyê dimîne.