Li Amedê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan bi dirûşmeya “Em xwedî li vîna xwe derdikevin û li dijî pêkanînên qeyûman dengê xwe bilind dikin” li ber deriyê avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî hat dayîn.
Rêveber û Hevşaredarên DEM Partiyê yên hemû bajar û navçeyan tev li daxuyaniyê bûn.
Hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin jî tev li daxuyaniyê bûn.
"Divê ev şerm ji holê bê rakirin û zordarî bi dawî bibe"
Bakirhan da zanîn ku ji sala 1999'an ve tecrubeya wan a şaredariyan heye û behsa xebat û projeyên xwe kir.
Her wiha bal kişand li ser civîna partiya xwe ya bi hevşaredaran re û wiha got:
"Em têkildarî qeyûman axivîn. Şaredariyên me bi awayekî derveyî rê tên birêvebirin. Ez behsa şaredariyên ku qeyûman bi rê ve dibin nakim. Çapemeniyê şahidiya gelek tiştan kir. Êdî ev qeyûm ji bo vî welatî cihê şermê ne.
Divê ev şerm ji holê bê rakirin. Divê ev zordarî bi dawî bibe."
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de şaredarî radestî nûnerên gel ên rast bê kirin.
"Mirov êdî li benda gavên şênber in"
Her wiha Bakirhan navên hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin yek bi yek anî ziman û got:
"Divê 13 hevşaredar vegerin ser karê xwe. Ev pêvajo di heman demê de pêvajoyeke ku pêşiyê li rêveberiyên herêmî jî veke ye. Di pêvajoyeke ku lêpirsîn, binçavkirin, girtin û qeyûm nebin de em ê ji gelê xwe re xizmetên baştir bikin."
Bakirhan got ku ew li bendê ne ku di vê mehê de di vî warî de gav bên avêtin.
Bakirhan piştî axaftinê pirsên rojnamegeran bersivandin:
"Di vê pêvajoya nû ku em ketinê de, ji bo ku ev pêvajo baş bimeşe, divê êdî pêkanînên qeyûman bên bidawîkirin. Mirov êdî li benda gavên şênber in."