Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyê Tom Barrack û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esed Şêybanî entegrekirina QSD'ê ya di nav saziyên Sûriyê de gotûbêj kir.
Duh Esed Şêybanî û Tom Barrack li Şamê civiyan.
Piştî civînê Wezîrê Karê Derve Esed Şêybanî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev dosye dê bibin bingeha qonaxeke nû ya hevkariya di navbera her du welatan de.”
Li gorî daxuyaniyê di civînê de gelek dosyayên stratejîk hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser pabendbûna mutleq a bi yekparçeya axa Sûriyê û serweriya dewletê ya li ser hemû erdnîgariya wê kir.
Her wiha gavên piratîkî yên di navabera Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de hatine avêtin, hat nirxandin.
Di civînê de qala destpêkirina karên komîteya navneteweyî ya bi serkêşiya Sûriyê hat kirin.
Li gorî daxuyaniyê armanca vê komîteyê ew e ku "di dosyaya ji holê rakirina çekên kîmyewî û di bin çavdêriya tam a niştimanî de şefafiyetê misoger bike."
Her wiha behsa girîngiya piştgiriya Sûriyê di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de hat kirin.
Wan amaje bi wê yekê kir ku divê rola Sûriyê wekî hevkareke sereke di ewlehiya herêmî de were çalak kirin.
Tom Barrack piştrast kir ku şirketên mezin ên Amerîkayê dixwazin beşdarî vejîna aboriya Sûriyê bibin.
Barrack diyar kir ku şirketên Amerîkayê bi taybetî dixwazin di sektora petrol û enerjiyê de veberhênanan bikin û asoyên veberhênanê li pêşiya pisporên navneteweyî vekin.
Di dawiyê de her du aliyan behsa amadekariyên lojistîk û siyasî yên pêwîst kirin, da ku Balyozxaneya Sûriyê ya li Washingtonê ji nû ve bê vekirin.
Hat ragihandin ku ev gav dê berjewendiyên her du aliyan biparêze û kanalên fermî yên di navbera her du welatan de xurt bike.