Bi operasyona hevpar ya QSD û Koalîsyona Navneteweyî re alîkariya HTŞ-Colanî ya ji bo DAÎŞ’ê hat deşîfre kirin.
Li ser endamên DAÎŞ’ê yê ku di operasyona hêzên taybet ya QSD û Koalîsyonê de hatine kuştin de hin nasname hatin bi dest xistin.
Bi van belgeyan hat fêmkirin ku desthilatdariya HTŞ nasnameyên fermi dane fermandarekî DAÎŞ’ê û hin edamên ewlakariya wî ku di asta navneteweyî de lêgerîna wan heye.
Fermandariya Navendî ya DYA’yê jî da diyar kirin ku li bakurê Suriyeyê, herêmên ku girêdayî komên cihadîst yên girêdayî dewleta Tirkiyê ne, li bajarê El Babê serçeteyek DAÎŞ’ê hatiye kûştin.