Erdogan: Hewldanên nakokiyê di navbera Tirk, Ereb, Kurd û Farisan de têk çûn

Li Koşka Beştepeyê ya Stenbolê bi serokatiya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro civîna Kabîneyê hate lidarxistin. Di civînê de Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku hewldanên nakokiyan di navbera Tirk, Ereb, Kurd û Farisan de têk çûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Îro yek ji mijarên rojevê yê herî girîng li Tirkiyê civîna kabîneyê bû, ku li Stenbolê li Koşka Bêştepe,yê hat li darxistin.

Civîn bi serokatiya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pêk hat. Di civînê de li ser pêşketinên herêmî, aborî û ewlehiyê hat nîqaşkirin.

Piştî civîna kabîneyê, serokkomarê Tirkiyê Erdogan daxuyaniyekê çapemeniyê da.

Erdogan li ser peymana ku ji bo bidawîkirina şerê di navbera Amerîka û Îranê de wiha got:

"Herêma me, ku di nav aloziyê de bû, bêhna xwe veda.  Di vê krîza ku erdnîgariya me û cîhanê anî ber karesatê de, yek ji welatiyên me zirar nedît.

Hewldanên ji bo pêxistina agirê nû yê nakokiyan di navbera Tirk, Ereb, Kurd û Farisan de têk çûn. Em bawer dikin ku ev şerê bêwate, bi hezaran sivîl jiyana xwe ji dest da qediya ye.

Em hêvî dikin ku ev peyman rê li ber avakirina aştî û aramiya mayînde li herêma me veke."

Erdogan: Em ji bo ku welatê xwe bikin lîstikvanekî cîhanî, şer dikin

Serokkomarê Tirkiyê di dawiyê de behsa civîna bilind a NATO'yê ya ku wê li Enqerê were lidarxistin kir û ev yek anî ziman:

"Em dibînin ku pozîsyona Tirkiyê di nav Îtîlafê de û bûyerên li herêma me diqewimin, dan û setendin û bendewariyên ji bo Civîna Bilind a Enqereyê zêde kirine.

Di demekê de ku reqîbên me yên siyasî rojên xwe bi şerê desthilatdariyê derbas dikin, em ji bo ku welatê xwe bikin lîstikvanekî cîhanî şer dikin."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye