Rêveberiya Îstîxbarata Artêşa Libnanê operasyoneke pêşwext a serkeftî encam da. Di encama vê operasyonê de, li herêma Batrounê ya li bakurê Libnanê, endamekî rêxistina terorî ya DAÎŞ'ê yê bi navê (M.Ş.) ku hemwelatiyê Sûriyeyê ye, hate binçavkirin.
Li gorî zanyariyên ewlehiyê, ev kes ji aliyê serkirdeyên DAÎŞ'ê ve peywirdar bibû ku sûikasteke mezin li dijî Rêberê Ruhanî yê Vatîkanê pêk bîne. Lê belê, beriya ku planên xwe bixe meriyetê, ji aliyê tîmên îstîxbaratê ve hate şopandin û bi serdegirtineke serkeftî hate girtin. Gumanbar piştî lêpirsînê ji bo darizandinê sewqî meqamên dadwerî hate kirin.