Di hevpeyvînekê de ligel `The Times of Israel`, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa`ar diyar kir ku welatê wî nikare rejîma desthilatdar a li Îranê birûxîne.
Gideon Sa`ar, tekez kir ku tenê gelê Îranê bi xwe dikare rejîmê birûxîne.
Di heman demê de, Sa`ar destnîşan kir ku heke Îranî bixwazin di guhertina rejîmê de bi ser kevin, ew ê ji bo vê yekê hewceyê alîkariya derve bin.