Di berdewamiya şerê Îsraîl- Amerîka û Îranê de, di roja 13`an de Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Îranê hêzên xwe yên hewayî û deryayî di vî şerî de wenda kiriye û anî ziman ku êdî Amrîka dikare rihet di wî welatî de tevbigere.
Serokê Amerîkayê Donald Tromp şeva çarşemê di derbarê encamê şerê li dijî Îranê de, daxuyaniyek da.
Trump di axaftina xwe de got ku Washington di şerê xwe yê li dijî Îranê de di rewşeke "pir baş" de ye.
Trump di derbarê wendahiyên di aliyê Îranê de jî anî ziman ku Îran hem hêzên xwe yên hewayî û hem jî yên deryayî winda kirine û wiha da zanîn:
“Em dikarin hin deverên Tehranê û deverên din hedef bigirin û eger me ev kir, ji bo wan hema hema ne mumkin e ku welatê xwe ji nû ve ava bikin. Lê em vê yekê naxwazin."
Her wiha Serokê Amerîkayê da xuya kirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê "wê bi baldarî" çavdêriya Tengava Hurmuz bike.
Reutersê: Rêjîma Îranê kontrola raya giştî ya Îranê di destê xwe de digire
Di heman çarçoveyê de Reutersê ragihand ku 3 çavkaniyên agahdar diyar kirin ku îstîxbarata Amerîkî gihîştiye wê encamê ku serokatiya Îranê bi piranî sax maye û ne di xetereya hilweşînê de ye.
Heman çavkaniyê da zanîn ku heta neha jî, rêjîma Îranê kontrola raya giştî ya Îranê di destê xwe de digire.