Rûsya ji bo bersivdayîna desteserkirina keştiyan hişyarî da

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku eger welatên rojavayî dest deynin ser keştiyên bazarganiyê yên Rûsyayê, Moskov dê bi heman rengî bersivê bide. Putin diyar kir ku ev gava tolhildanê dikare li her devera cîhanê, di nav de Okyanûsa Pasîfî jî, pêk bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Rûsyayê ev daxuyanî li girava Saxalînê da, ku li wir qonaxa dawî ya manovrayên fîloya Okyanûsa Pasîfî ji ser keştiya şer "Varyag" dişopand. Putin destnîşan kir ku NATO destwerdana herêma Asya-Pasîfî dike û li herêma Arktîkê aloziyan çêdike. Her weha Putin bal kişand ser biryara Japonyayê ya ku cara yekê Rûsya xistiye nav lîsteya tehdîdên sereke, lê tekez kir ku Rûsya tu metirsiyekê ji bo Tokyo çênake û tu îddîayên Moskovê li ser herêmên wan nînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye