Ji ber xwelîbarîna Etnayê, balafirgeha Katanyayê dema girtina xwe dirêj kir

Ji ber zêdebûna liv û tevgera volkanîk a Etnayê, geştên hewayî yên li rojhilatê Sîcîlyayê bi giranî hatin astengkirin û girtina Balafirgeha Katanyayê heta êvarê hat dirêjkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber berdewamiya avêtina xwelî û kevirên sorkirî ji Volkana Etna ya li Girava Sîcîlya ya Îtalyayê, krîza çûnûhatinê li herêmê kûrtir dibe. Rêveberiya balafirgehê ragihand ku ji ber rîska xweliyê, Balafirgeha Katanyayê wê herî kêm heta saet 18:00'an a êvara Çarşemê girtî bimîne. Her wiha ji ber heman sedemê, Balafirgeha Comiso jî di saetên siharê de bi demkî deriyên xwe girtin.

Ev astengiyên giran ku ji roja înê û vir ve berdewam dikin, bi hezaran geştyar û rêwî li herêmê asê hiştine. Ji bo derbaskirina vê krîzê, beşek ji rêwiyan berê xwe dane Balafirgeha Palermoyê ya li paytexta Sîcîlyayê, hinek din jî hewl didin ku bi rêya trênan seyahata xwe bikin. Li gorî zanyariyên Enstîtuya Jeofîzîk û Volkanolojî ya Neteweyî ya Îtalyayê (INGV), herikîna lavê ji lûtkeyên di bilindahiya 2.360 û 2.750 metreyî de hîn jî berdewam dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye