Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê li dijî projeya Santralên Enerjiya Jeotermalê (JESê) meşek hat lidarxistin.
Meş bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, li dijî projeyên talana xwezayê û serûbinkirina pergala ekolojîk hat pilansazkirin.
Her wih gelek kes ji bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyê beşdarî meşê bûbûn.
Beşdaran xwestin ku projeya talana xwezaya gundan dike, were bidawîkirin.
Di meşê de gelek dirûşme hatin berzkirin.
Meşa ku bi berzkirina dirûşmeyên parastina xwezayê û axê dest pê kir, heya ber avahiya Şaredariya Kanîreşê berdewam kir.