Li Germiyanê du kes ji ber birîna daran hatin binçavkirin

Rêveberiya Polîsan a Daristan û Jîngehê ya Germiyanê ragihand ku hêzên wan di operasyonekê de li gundê Girdegozîneyê, du kes bi tometa birîna daran binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Polîsan a Daristan û Jîngeha Germiyanê, der barê binçavkirina du kesan a bi tometa birîna daran, agahî belav kir.
Rêveberiyê eşkere kir ku Polîsê Daristan û Jîngeha Kelarê, bi pêşengiya rêveberê beşê, li gundê Girdegozîneyê du tometbar binçavkirine.
Hate gotin ku her kes bi awayeke ne yasayî darên xwezayî birîne.
Hat diyarkirin ku bi biryara Dadwerê Lêkolînê yê Kelarê, herdû tometbar hatine binçavkirin û dosya lêkolînê ji bo wan hatiye amadekirin da ku hemû tedbîrên yasayî yên pêwîst li dijî wan bên bicihanîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye