Plana Bexdayê: Bêçekkirin an derxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê

Hikumeta îraqê li ser kontrolkirina çek û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kar dike û du vebijark amade kirine; lê partiyên navborî dibêjin ku ti daxwazeke fermî negihiştiye wan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bexda di çarçoveya peymana ewlehiyê ya bi Îranê re (2023-2025) û li ser daxwaza komên Muqawemeyê, dixwaze hebûna çekdarî ya partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi dawî bike. Ji bo vê yekê, hikumeta îraqê du vebijark amade kirine: derxistina endamên wan ber bi welatekî sêyem ve, yan jî bêçekkirina wan a temamî û veguhestina wan bo kampeke bin çavdêriya federal li başûrê welat.

Tevî van plansaziyan, berpirsên PDKÎ û Komelayê radigihînin ku heta niha ti pêwendî yan daxwazeke fermî ji aliyê Bexda û Hewlêrê ve ji wan re nehatiye şandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye