Elî Zeydî: Wê 30`ê îlonê Îraq serweriya xwe bi temamî îlan bike

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand ku wê hêzên Koalîsyona Navneteweyî 30`ê îlonê ji Îraqê vekişin Elî Zeydî got ku ew ê 30`ê îlonê li hemû axa Îraqê serweriya xwe îlan bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro li Bexdayê di çalakiyeke Weqfa Sunnî ya Îraqê de axivî.

Elî Zeydî li ser pêvajoya ku Îraq tê re derbas dibe axivî.

Zeydî diyar kir ku ew ji roja hatine ser erka xwe heta niha dixebitin da ku Îraqê wekî welatekî xwedî serweriyeke temam ji nû ve ava bikin û got:

Bernameya hikûmetê li ser "avabûn, reform, têkoşîna li dijî gendeliyê û xurtkirina jîngeha kar a berhemdar" hatiye avakirin.

Em giringiyê didin xurtkirina saziyên ewlehiyê yên ku di çarçoveya destûrê de dixebitin.

Serokwezîrê Îraqê spasiya hemû saziyên olî yên li welêt kir û wiha lê zêde kir:

Ev sazî bang dikin da ku ewlehiya Îraqê û gelê wê were parastin, aştiya civakî pêk were û hiqûq li ser her kesî wekî hev were bicihkirin.

Nabe ku Îraq bibe baregehek ji bo ku zererê bide kesên din.

Elî Zeydî her wiha balkişand ser Koalîsyona Navneteweyî û wiha got:

Dê hêzên Koalîsyona Navneteweyî 30`ê îlonê ji Îraqê vekişin.

30`ê îlonê dê Îraqî li hemû axa pîroz a Îraqê serweriya xwe bi temamî îlan bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye