Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên îro Pêncşemê, 3`ê îlona sala 2026`an, pêşwaziya birêveberê nû yê karên Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê kir.
Li gorî ragihandina Wezareta Derve ya Îraqê, di wê civînê de pêşveçûna rewşa siyasî ya Îraqê, xalên temamkirina pêvajoya pêkanîna hikûmetê, rewşa siyasî û ewlehiya Îraqê hatin nîqaşkirin. Her wiha pêngavên ku hikûmeta Îraqê di çarçoveya kontrolkirina çekan û hiştina wan di bin kontrola dewletê de hatin zelalkirin.
Di civînê de, behsa çend mijar û pêşveçûnên herêmê yên xuya ên hevpar jî hat kirin û her wiha behsa nêrînan bo paşroja hevahengiya herêmê û mekanîzmên peywendî û çespandina aramiyê û rû bi rû bûna pirsgirêkên hevpar.
Her wiha her du aliyan behsa liv û tevgerên siyasî yên Îraqê û serdanên çaverêkirî yên Serokwezîr Elî Zeydî jî kirin, ku di çarçoveya peywendiyên derve yên Îraqê û perweriya welat de bo xurtkirina peywendiyan li gel hevparên herêmê û navdewletê de.